Kolberekî din bi sedema dijwariya birîna xwe canê xwe ji dest da

Kolberekî din bi sedema dijwariya birîna xwe canê xwe ji dest da

Kolberekî bajarê Pawe yê ser bi parêzgeha Kirmanşan ku di dema rojên rabûrî de bi teqeya rasterasta hêzên rejêma Îranê birîndar ketibû, canê xwe ji dest da.

Li gor rapora rêxistina Mafên Mirov a Hengaw, roja Eynî 18/6/2021an, Besîr Ehmedzade ciwanê Kolber ê şêniyê gundê “Dişe” ser bi bajarê Pawe ê parêzgeha Kirmanşan li Rojhilatê Kurdistanê ku 5 roj pêş niha bi teqeya rasterasta pasdarên Îranê birîndar ketbû bi sedema dijwariya birînên xwe li nexweşxaneya Taleqanî a bajarê Kirmanşan canê xwe ji dest da.

Hengaw ji zimanê çavkaniyeke haydar û nêzî malbata Ehmedîzade eşkere kir, civata temînî ya parêzgeha Kirmanşan malbata navbûrî haydar kiriye heya bi dawî hatina hilbijartinên serok komarî û civatên şaredarî û gundên Îranê nûçeyê can ji dest dayîna kurê xwe parve nekin û heya niha jî cenazeyê kurê wan radestî malbata wî nekiriye.

Besîr Ehmedzade roja duşemî 14/6/2021an, bi birayekî xwe re bi navê Beşîr Emedzade li dema kolberiyê li sînorê bajarê Newsûd ji hêla hêzên ewlehiya Îranê ve rastî teqekirinê tên û her du birîndar dibin.

Hengawê pêş niha eşkere kiribû ku Besîr ji aliyê serê xwe ve birîndar bûye û rewşa wî baş nîne.

Pustên heman beş