Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê ve 11 kes revandin

Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê ve 11 kes revandin

Komên çekdarên Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, binpêkirinên mafên mirovan û revandina xelkê berdewam dikin ku di çend rojên dawî de 11 kes hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye ku koma çekdar a bi navê Polîsê Medenî roja 17ê Hezîranê welatiyê bi navê Husên Kalo ji gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê revandiye.

Heman komê roja 14ê Hezîranê welatiyê bi navê Mihyedîn Ebdulla Dawod ji gundê Etmana revandiye.

Herwiha koma Polîsê Leşkerî roja 16ê Hezîranê welatiyê bi navê Zekeriya Xilo û kurê wî Osman ji bajarê Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gundê Hêkiçê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve, grûpa çekdar El-Weqas roja 17ê Hezîranê welatiyê bi navê Mistefa Şêx Mistefa revandiye.

Dîsa koma Polîsê Leşkerî roja 17ê Hezîranê du zarokên bi navê Henan û Menan Betal ji taxa Mehmûdiyê ya Efrînê revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gundê Çeqelê Cûmê Polîsê Leşkerî roja 17ê Hezîranê ciwanê bi navê Subhî Cemîl Soranî revand.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê daye zanîn, Polîsê Leşkerî ji berî mehekê ve 3 kes (Mihstefa Mihemed Husên, Husên Mistefa Husên û Izedîn Yûsif Husên) revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî ragihandina çalakvanên Efrînê, armanca artêşa Tirkiyê û komên çekdar ji revandina welatiyan rewşeke gelekî xirap û metirsîdar çêbikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.

Berpirsê Komîteya Yasayî ya ENKS Redwan Sîdo ji K24ê re gotibû, binpêkirinên mafên mirovan û tawanên li Efrînê têne kirin, digihin asta tawana qirkirina bikomî û divê alî û kesên van tawan dikin bêne dadgehkirin û cezakirin.

Pustên heman beş