Doznameya girtina HDPê hat pejirandin

Doznameya girtina HDPê hat pejirandin

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, îro doznameya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pejirand. Doznameya girtinê berî niha du caran hatibû redkirin.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê îro di saet 10.00an de dest bi lêkolîna xwe ya li ser dosyeya ku bi mebesta girtina HDPê hatiye amadekirin kir û di encama lêkolînê de, dadgehê biryara pejirandina dosyeya girtina HDPê da ku berî niha du caran ji ber hebûna kêmasiyan ew dosye red kiribû.

Li meha rabûrî doza girtina HDPê gihiştbû dadgeha destûrî, lê belê ev doz hat ragirtin û vegerandin ji bo dozgeriyê ji bo ku kêmasiyên têde werin çareser kirin.

Dadgeha destûrî a Tirkiyê jî wê biryarê bdie, kanê HDPe wê bimîne yan jî wê were qedexe kirin.

Serokê dozgerîya Tirkiyê tev biryar, dosiye û daxuyaniyên berpirsên HDPê weke dokyoment kom kirine û dibêje 843 rûpel weke dokyoment li ser HDPê hatine kom kirin.

Berpirsên HDPê jî sikala dozgerîya Tirkiyê bi pîlana AKPê dizanin û hevserokê berê ê HDPê gotibû: pêwîste HDPe û AKPe bi hevra bên girtin.

Pustên heman beş