Êrîşa balefiran li geliyê Qumriyê zirar li pey xwe anîn

Êrîşa balefiran li geliyê Qumriyê zirar li pey xwe anîn

Êrîşên balefirên Tirkiyê li ser çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê didomin, îro jî êrîşa hewayî pêk hat û bû sedema zirar gihandinê bi xanî û Otombîla wilatîyekê.

Îro roja duşemî 21/6/2021an, balafirên ceng yên dewleta Tirkiyê çekdarên PKKê li sînorê Kanî Masê hedef kirin û roketek li nêzî mala wilatîyekê gundê Qumriyê li navçeya Berwarî bala ket.

Ev êrîş li saet 10:37ê pêş nîvrojê pêkhat, tevî ku wilatî “Reof Mihemed Salih” di nava bîstanê xwe de bû û mijûlî avdana erdê xwe bû lê bi tenê zirarên maddî bi Otombîl û xaniyê wî gihîştin û xoşbextane ew bi xwe birîndar nebû.

Pustên heman beş