Dijîterora Kurdistanê: Fermandeyekî pilebilind yê PKKê teslîmî Pêşmerge bû

Dijîterora Kurdistanê: Fermandeyekî pilebilind yê PKKê teslîmî Pêşmerge bû

Fermandeyekî pilebilind yê PKKê teslîmî hêzên Pêşmerge bû û çawaniya şehîdkirina berpirsê asayişa Serzêrê û pênc pêşmergeyên Kurdistanê eşkere kir.

Dijîterora Kurdistanê, ku girêdayî encumena asayişa Herêma Kurdistanê ye, dîmenên îtirafên fermandeyekî pilebilind yê PKK bi navê “Ozgur Jiyanda” (xelkê Bakûrê Kurdistanê) belav kir ku roja 9 vê mehê li devera Metîna teslîmî hêzên Pêşmerge bûye.

Li gorî îtirafên wî fermandeyê PKKê, şehîdkirina berpirsê asayişa Serzêrê, Xazî Salih û 6 pêşmergeyên ku li Metîna hatin şehîdkirin, hemû ji aliyê PKKê ve hatine kirin.

Dîmenên îtirafên fermandeyê PKKê, Ozgur Jiyanda:

Pustên heman beş