Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro liv û tevgerên çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê kirin armanc, êrîş li çiyayê Lînkî pêkhatîye.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşembiyê 22/6/2021an, balefirên cengê yên Tirkiyê careke din li çekdarên PKKê xist, liv û tevgerên wan li çiyayê Lînkî li nêzî navçeya bi navê Dereca Hêtîtê ketin ber roketan.
Dest nîşan kir, balefiran li sat 10:00 sibê roket li bilindahîya çiyayê Lînkî xistine, domaneke mezin li ciyê ketina roketan beriz bûye, lê belê zirarên canî yên PKKê nehatine bi dest xistin.