TEVDA Press yan TEVDA Derew?

TEVDA Press yan TEVDA Derew?

TEVDA press ku yek ji rûpelên PKKê ye, roj naçe ku derewan parve neke, tevî ku PKKe di hemû çapemeniya xwe de mijûlî propaganda û derewên bi şaxin, lê belê dibe ku hin caran hin rastiyan jî bas bikin, lê di TEVDA Press de ti rastîyek nayê parvekirin, hemû nûçeyên ku di TEVDA Press de tên servîskirin derewin, ger mirov bixwaze bersiva nûçeyên TEVDA Press bide û derewên wan eşkere bke divê mirov karê xwe bike bersivdayîna wan, lê ya ku pirr balkêş derewa wan ya berî du rojan bû.

Berî du rojan, anku li 20/6/2021an, li zanîngeha Emerîkî ya Duhokê merasîmek bi amadebûna berpirsên hikûmî û hîzbî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê û malbatên xwendkaran û…..hwd hat lidarxistin, di merasîmê de ku bi deng û reng di medyaya Başûrê Kurdistanê de hat parve kirin, TEVDA Press dîsa weke karê xwe yên hertim dest bi parve kirina derewan kir û nivîsand, “Endamekî serkirdayetiya PDKê li himber sirûda Ey Reqîb li ser lingên xwe ne seknî”, wan nivîsand “di merasîma zanîngeha Emerîkî li Duhokê, Qadir Qaçax, Endamê Serkirdatiya PDKê ji boy sirûda Ey Reqîb li ser lingan ne sekinî”, ev nûçe bi awayek hat servîs kirin ku kesekî haya wî jê nebe wê bawer bike, lê gelo rastiya vê yekê çiye?!

Li destpêka merasîmê de pêşkêşkara merasîmê got, “Em ji amadebûyan daxwaz dikîn weke rêzgirtin ji boy xwîna şehîdan û sirûda niştîmanî demekê em hemû bi hev re li ser lingan bisekinin”, her kes li ser lingan seknî, lê yekemcar sirûda niştîmanî ya Îraqê hat pexişkirin, ev bû sedem ku Qadir Qaçax bi tenê rûnê û hazir nebe ji boy sirûda niştîmanî ya Îraqê li ser lingan raweste, jiberku Qadir Qaçax kesek niştimanperwer û kurd doste, ew bi t awa razî nabe ji boy sirûda Îraqê li ser lingan raweste, bê guman ev yek ji boy berpirsên din yên kurd jî wisa ye, lê belê ji ber perpirsatiya hikûmî û etekêtên dîplomasî ew nikarin vê yekê bikin, lê paş ku sirûda niştîmanî ya Kurdistanê hatî pexişkirin Qadir Qaçax li ser lingan sekinî, ev yek bi zelalî di vîdyoyan de xweya dibe.

Yekem car TEVDA Press bi wêneyekî û paşan bi video yekî ku dengê wê qut kirbû daku gel pê were xapandin û wusa fêm bikin ku bi rastî Qadir Qaçax ji boy sirûda niştîmanî ya Kurdistanê li ser lingan ranewestaye û bêrêzî bi sirûda niştîmanî ya Kurdistanê kiriye, lê piştî demek kurt ev derewa wan ji aliyê ciwanên kurd ve hat eşkere kirin û bi parvekirina video ya heqîqî fesad û bêbextên TEVDA press neçar kirin vê nûçeya xwe rastvebikin, ji bo vê yekê piştî bûrîna demek kurt ew neçar man nivîsa xwe rastve bikin wan nivîsand, “di merasîma zanîngeha Emerîkî li Duhokê, Qadir Qaçax, endamê serkirdatiya PDKê ji boy sirûda niştîmanî li ser lingan ne sekinî”, anku wan xwest wusa gel bixapîn in û wusa nîşan bidin ku wan derew nekiriye, lê ev derew di destên wan de rûn bû û her kes dikare vê yekê di rûpela wan ya Facebookê de bibîne ku wan berê çi nivîsandibû û paşan çewa rastvekiriye. Ji ber vê yekê fere mirov navê TEVDA Press bi ke TEVDA DEREW, çima?! Jiberku di rûpela wan de ti rastîyek tuneye, bi tenê derew û wêneyên fotoşop kirî hene, nivîserên qelem firoş û caşên berê hene, ew xizmeta her kes û aliyekî dikin, bi tenê xizmeta kurd û kurdistanê nakin, ji 100 nûçeyên wan yên dawiyê 98 nûçeyên derew ji boy xerab û kirêt nîşandana Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine servîskirin. Rêveberên vê rûpelê wisa fêm dikin ku gelê kurd weke gerîlayên li serê çiyê û di şikeftan dene û bi tenê li medyaya PKKê dinêrin, ger na bi rastî balkêşe ku bi vî awa derewên eşkere parve dikin û wusa bawer dikin wê gel bawer bke, em li virr ji wan re dibêjin, gelê kurd şiyare û her tiştî fêm dike, hûn bi derewên xwe nikarin gelê kurd ji boy berjewendiyên xwe û dewletên dagîrkarên kurdistanê bixapînin, çavê me li ser derewên we ye, lê em naxwazin hin ji demê xwe yê zêrîn ji boy derewên we terxan bikîn.

Fermûn bi belge vê derewa TEVDA Press bi çavê serê xwe mêze bikin:

Video ya ku TEVDA Press dengê wê qut krî û parve krî:

https://www.facebook.com/TevdaPress21/videos/315409413399948

Video ya bi deng û rengê dirust:

Pustên heman beş