Desthilata Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di biryareke nû de, deriyê sînorî Sêmalka yê bi Herêma Kurdistanê re girt.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ragihand, EM ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî û rêxistinê mirovî agahdar dikin ku ji ber hin hokarên teknîkî, deriyê Sêmalka ji aliyê me ve tê girtin.”
Di daxuyaniyê de hat jî: Biryara girtina deriyê Sêmalka, ti bandorê li ser çûnûhatina kadroyên rêxistinên mirovî û kelûpelên ser bi wan ve nake.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de dem û heyama girtina deriyê Sêmalka diyar nekiriye û tenê gotiye ji ber “hokarên teknîkî” derî tê girtin.
Deriyê Sêmalka di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye û riyeke sereke û girîng ê aborî û çûnûhatina xelkê û rêxistinên mirovî û yên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve.