Li sînorê navçeya Sinonê di nêvbera PKKê û endamên encûmena gel ya vê navçeyê de nakokî derketin, endamên encûmenê ji hêla PKKê ve bi vê yekê hatin sûçbarkirin ku agahiyên li ser navçeyê nadin PKKê, ji ber vê yekê 50 endamên encûmenê hatin qewitandin û 50 endamên nû hatin danîn.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, du kadroyên PKKê bi navên “Demhat” ku esla xwe ji Sûriyê ye û hemahengkarê têkilîyên PKKê û Erebên wê navçeyê ye di warê siyasî û civakî de, her wiha kadroya bi navê “Zîlan” ku hemahengkara têkilîyên PKKê bi Ereba re ye ji boy karên jinan, li roja 22/5/2021an, li gel endamên encûmena gel li baregehek PKKê li gundê “Bircarî” ê ser bi bajarokê Sinonê civiyane. Di vê civînê de bi sedema alîkarînekirina endamên vê encûmenê bi PKKê re û pênedana agahiyan li ser rewşa navçeyê bi PKKê, biryara hat dayîn ku 50 endamên encûmena gel werin derkirin û li şûna wan 50 endamên din werin danîn.
Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî ku ji çavkaniyên xwe yên herêmî bi dest xistine, Îbrahîm Elbîbî, endamê encûmena gel nerazîbûna xwe diyarkiriye li himber vê biryara PKKê û ragihandiye, niha piraniya endamên vê encûmenê ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve daxwazkirîne ji boy himber dadgehê û careke din nikarin herin herêma kurdistanê, lê kadroyê PKKê yê bi navê Demhat di bersiva wî de gotiye, PKKê agahî hene ku berî niha tu “Îbrahîm Elbîbî” li Hewlêrê bûy, her weha Demhat daxwaz ji van endamên encûmenê kiriye ji boy îsbatkirina wefadariya xwe li himber PKKê ev endamên encûmenê alîkariya PKKê bikin ku “Mizahim Elhwît” û hin ji berpirsên din yên pêşmerge li bajarê Hewlêrê û derdora wê bikin armanc, her weha daxwaz ji wan kiriye ji boy serxistina namzedê PKKê yê bi navê “Ezîz Ewad Salim” ji boy parlamentoya Îraqê alîkariya wan bikin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her wiha eşkere kir, endamên ku ji encûmena gel bûn û hatine derkirin nerazîbûna xwe diyar kiriye û bi kadroyên PKKê re ragihandiye ku wan li ser xwasteka PKKê dijatiya Herêma Kurdistanê kiriye û li dijî hatina pêşmergeyan ji boy sînorê Şingalê sekinîne, wan ragihand ger pêşmerge ji boy sînorê Şingalê vegere wê hemû ji ber karên ku li gor xwastek û hez û fermana PKKê encam dayîne werin desteserkirin, lê belê Demhat bi wan re ragihandiye ku pêşmerge venagerin navçeyê û bi taybetî Şingalê û eger pêşmerge derbasî Şingalê bibin li wê demê PKKe wê li dijî wan şer bike.
Li xwarê emê nav û zanyariyên hin ji wan 50 endamên bi biryara PKKê ji encûmena gel hatine derkirin û yên li şûna wan hatîne danîn xweya bikin:
Yek/ Navên hin ji endamên ji hêla PKKê ve hatiye derkirin:
1- Salih Xizîr Salih, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Bir Carî.
2- Zahid Ehmed Şerqî, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Bir Carî.
3- Ebdulla Remezan Mihemed, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Bir Carî.
4- Ebid Xalib Ketib, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Ketib.
5- Xalid Birhû Xelef Ketib, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Ketib.
6- Meyser Mihemed Hîlal, şêniyê gundê Elhîlal.
7- Emar Elî Hîlal, şêniyê gundê Hîlal.
8- Mihemed Îbrahîm Micbil, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elhîlal.
9- Seîd Hisên Mihemed, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elselam.
10- Neşhel Setam Sebah, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elsebah.
11- Ehmed Mihemed Elî, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elkirîs.
12- Silêman Mihemd Îd, ji Eşîra Elbicarî, şêniyê gundê Elîd.
13- Ebid Mihemed Îd, ji Eşîra Elbicarî, şêniyê gundê Elîd.
14- Berzan Mihemed Ewad, ji Eşîra Cibûrî, şêniyê gundê Elewad.
15- Sibhî Efneş Elbicarî, şêniyê gundê Hesawîk.
16- Ehmed Mixîlf Elbicarî, şêniyê gundê Hesawîk.
17- Etle Nizal Himdan Elbicarî, şêniyê gundê Hesawîk.
18- Cebar Neşmî Esil Elbicarî, şêniyê gundê Hesawîk.
19- Zahir Xisîs Elbicarî, şênîy gundî Hesawîk.
20- Yûnis Salih Hisên Elbîbî, şêniyê gundê Elbîbî.
21- Bircis Cirban, ji Eşîra Elsebawî, şêniyê gundê Elsehil.
Didu/ Navê hinek ji endamên nû hatye danîn:
1- Mihemed Kezûb Salih, serokê encûmena gel, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Bir Carî.
2- Hemîd Ehmed Îbrahîm Şerqî, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Bir Carî.
3- Adil Casim Mihemed, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Bir Carî.
4- Mihemed Ferhan Salih, berniyas bi Tewax, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Bir Carî.
5- Zihdî Ehmed Şerqî, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Bir Carî.
6- Meyser Îbrahîm, ji Eşîra Eltaî, şêniyê gundê Faw.
7- Selîm Hesen Hisên, ji Eşîra Eltaî, şêniyê gundê Faw.
8- Ehmed Rimîz, ji Eşîra Eltaî, şêniyê gundê Faw.
9- Xizir Salih Kitib, berniyas bi Ebu Sikir, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Kitb.
10- Elî Îbrahîm Xelef, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Kitb
11- Neim Mihemed Hilal, Ji Eşîra Cibûrî, şêniyê gundê Elhilal.
12- Uwîd Mihemed Hilal, ji Eşîra Cibûrî, şêniyê gundê Elhilal.
13- Hisên Elî hilal, ji Eşîra Cibûrî, şêniyê gundê Elhlal.
14- Îlyas Elî hilal, ji Eşîra Cibûrî, şêniyê gundê Elhlal.
15- Mihemed Mihlî Ewad, şêniyê gundê Elewad.
16- Bedî Mihemed Ewad, şêniyê gundê Eelwad.
17- Ednan Nişmî Esil Elbicarî, şêniyê gundê Hesawîk.
18- Yûnis Salih Hisên Elbîbî, şêniyê gundê Elbîbî.
19- Sebah Miktef Nasir, ji Eşîra Elsebawî, şêniyê gundê Elsihil.
20- Casim Receb, ji Eşîra ElSebawî, şêniyê gundê Elishil.
21- Salih Serhan Mihemed, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elselam.
22- Hadî Salih Elî, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elsebah.
23- Etle Salih Elî, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elsebah.
24- Seyf Esed Mihemed Miculî, şêniyê gundê Elmiculî.
25- Samir Zîyab Mihemed Silêman, şêniyê gundê Elmiculî.
26- Etle Ebid Mihemed Silêman, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elkerîs.
27- Elwan Ebid Mihemed Silêman, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elkerîs.
28- Salim Silêman Feyaz, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elkerîs.
29- Abdullah Mihemed Îd Elbicarî, şêniyê gundê Elîd.
30- Mîser Mihemed Ehmed, ji Eşîra Şirabî, şêniyê gundê Elhisu.
31- Ewad Idris Ewad, ji Eşîra Cibûrî, şêniyê gundê Elewad.