Li Îzmîrê polîsan êrişî jinan kir

Li Îzmîrê polîsan êrişî jinan kir

Li Îzmêrê polîsan bi gaza îsotê êrîşî grûpeke jinên ku dixwestin konê li pêş avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Îzmîrê hatiye vedan rakin, kir, .

Ji bo taziyeya Endama HDPê Deniz Poyraz ku di encam êrîşeke li ser avahiya partiyê ya Îzmîrê de canê xwe ji dest dabû, li taxa Çimentepe ya navçeya Konak li Îzmîrê taziye hat danîn.

Hejmarek jinan ku xwestin konê li pêş avahiya HDPê ya Îzmîrê were rakirin û taziyaya Deniz Poyraz bo navenda partiyê veguhêzin lê hêzên ewlekariyê bi gaza îsotê êrîşî wan kirin. Piştî êrişê jin li ber deriyê avahiya HDPê rawestiyan.

Li aliyê din, jinan xwestin konê li ber avahiya partiyê hatî vedan, ku ji roja êrîşê ve bûye sedema karvedanan rakin.

Parlamentera HDPê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay derbarê konê ku li pêşiya avahiyên partiya wan de hatine vedan got: “Ev kon ji aliyê walîtiya Îzmîrê û qesrê ve li vir hatiye vedan. Wan ji bo ku partiya me bikin armanc ev konê bikujan li vir hatiye vedan. Rêhevala me Deniz ji aliyê kesek ku li Suriyê hate perwerdekirin ve hate kuştin. Ev kon konek bikuj e. Em dixwazin konê bikuj ji vir bê rakirin.”

Pustên heman beş