Hat ragihandin ku li navçeya Hezexê ya bajarê Şirnexa Bakurê Kurdistanê termê ciwanekî 23 salî li gundê Barimê hatiye dîtin ku bi guleyan hatiye kuştin.
Li gorî zanyariyan, termê ciwanê 23 salî yê bi navê Hasan Bozkur ku li gundê Barimê yê Hezexê şivantîya pez dikir, 5 km dûrî gund hatiye dîtin ku gule bi serê wî de hatibû teqandin.
Piştî ku gundiyan termê wî ciwanî dîtiye cenderme agahdar kiriye û lêkolîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Termê Hasan Bozkurt ji bo Nexweşxaneya Hezexê ya Dewletê hatiye veguhestin.
Li ser sedema kuştina wî ciwanî ti agahiyek nehatiye belavkirin.