Balefiran PKKe, li gundên Mijê û Spîndarê bordoman kir

Çekdarên PKKê îro careke din bûn sedema bordoman kirina gundên Başûrê Kurdistanê, liv û  tevgera wan li nêzî gundên Mijî û Spîndarê ev gund îro serê sibê rastî êrîşa balefiran kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 24/6/2021an, balefirên cengê ên dewleta Tirk a dagîrker, liv û tevgerê çekdarên PKKê li gundên Mijê, Spîndarê, navçeya Dêralok û devera Berê Gare kirin armanc.

Ev êrîş li sat 5:15 serê sibê pêkhatîye û heya sat 5:43 dewam kirîye, balefiran hejmareke roketan li wan gund û navçeyan xistine.

Li gorî dîmenên van êrîşan ku ji boy pêgeha me hatine şandin, dûmaneke herî mezin li 5 cîhên cuda ên ku roket pê ketine, berzî asîman bûye.

Rêxistina PKKê her ku diçe, liv û tevgerên çekdarên xwe pêtir têxe nava gund û nêzî bajarokan, bi vê sedemê gund û deverên Başûrê welat dewam dikevin ber êrîşa balefiran û ji sala rabûrî ve, bi dehan gundên sînorê parêzgehîya Dihokê hatine çûl kirin û bûne qada şer.

Pustên heman beş