Bersiveka herî dijwara PDKê ji boy Duran Kalkanê Kemalîst

Beşa çapemeniyê ya dezgeha roşenbîrî û ragihandina Partîya Demokrat a Kurdistanê, bersiva Duran Kalkan dide û dibêje: “PKKe ji boy azadî û alîkariyê nehatîye Herêma Kurdistanê, lê belê reviyaye”.

PDKê di bersiva Duran Kalkanê endamê konseya rêveber a KCK ê ku li roja 21 vê mehê ji boy ajansa ANF ê axivîy ye, îro daxuyanî da û tev derewên Kalkan îfşa kirine.

PKKe ji boy azadî û alîkariyê nehatîye Herêma Kurdistanê, reviyaye

PDKe di bersiva Kalkan de ku gotibû: “Em ji boy azadîya Kurdistanê hatine vir” dibêje: “hûn bi tu lojîkê dibêjn em ji bo rizgarîya Kurdistanê hatine, gel baş dizane rêberên PKKê ji Tirkiyê reviyane û li vir destê xwe xistine nava destê hikûmeta Îraqê û ji boy gel bûne bela û serêş”.

PDKe dibêje: “Duran Kalkan di hevdîtina xwe ya ji boy ajansa ANF ê de wiha axivî ye her weke wî agahiyên xeter û nihênî îfaş kirine ji bo ku PDKê pê îhrac bike, lê belê di rastî de, Kalkan tu zaniyarî û agahî îfşa nekirine û gotinên wî weke raporekê ne”.

Gel baş dizane peyva Kurd û Kurdistan di ferhenga PKKê de tuneye

PDKe di bersiva Kalkan de dibêje: “Her kes dizane ku navê Kurd û Kurdistanê di ferheng û edebyata PKKê de tuneye, pêwendîya PKKê û rêberên wê bi Kurd û Kurdistanê tenê xwe feriz kirin û îstixlal kirine, her wiha PKKe navê Kurd û Kurdistanê, ala Kurdistanê û dîroka rizgarîxwazîya netewî a Kurdistanê red dike”.

Di beşeka daxuyanîya PDKê de hatîye: Pêwîste PKKê bersiva hezaran dayik û bavên Kurdan bide û jêre bibêje kanê bi tu awayî rêxistinê zarokên wan kirine sotemenîya şer û li pênavê çi siloganekê ew bi kuştin dane.

PDKe dipirse: gelo keç û kurrên me li Garê, Metînayê, Batûfê û Şengalê, her wiha Mawet û şarbajêr û Pênciwynê çi dkin?, çma ew li van deran rû bi rûy pêşmergehan dbin?

Duran Kalkan di hevdîtina xwe ya ji bo ANFê de behsa alîkarîya başûrê Kurdistanê dke, di vê derbarê de, PDKe dibêje: “PKKe ji cografyaya xwe ya rastîn revyaye, ji roja ku ew hatine di başûr de û heya roja me ya îro, ew tenê bûne barekî giran û serêş ji boy gelê Başûr”.

Di daxuyanîya PDKê de, hemû derewên Duran Kalkan li derbara kadiroyên PDKê “Ze’îm Elî, Azad Berwarî” hatine îfşa kirin û ji Kalkan pirsî ye? Gelo hûn bi çi lojîkê dibêjn ku em ji bo rizgarîya Kurdistanê hatine? Rêberên PKKê ji Tirkiyê reviyane û li vir heya roja me ya îro destê xwe xistine nav destê hikûmeta Îraqê.

Daxuyanîya PDKê teslîm kirina 6 kadiroyên liqa yeka xwe li salên heştêyan li bîra Kalkan dîne û dibêje: “PKKe îro jî bûye hevrêya djimin û dijberên Kurdistanê”.

Li derbara Serok Mesûd Barzanî jî ku Duran Kalkan di hevdîtinê de, gotîye ku PKKê dixwest cenabê Serok bikin serokek netewî, PDKê got: “her kes dizane PKKe ne di astekî wusa de ye û mafê wê tuneye kesekî bike serokê netewî, lê belê tenê gelê Kurdistanê ev maf heye.

PKKe şerî nake û li wan ciyên ku ew lê ne, di revê de ye û tenê Pêşmergehan şehîd dike

Li derbara sûçbar kirina PDKê bi lihevhatinên jêr bi jêr li gel Tirkiyê, PDKe dibêje: “bi sedema PKKê di wan salên ku Kalkan bas lê kirî, pirsgirêkên herî mezin ji boy PDKê çêbûne”.

Daxuyanîya PDKê bas li destdirêjîya PKKê li ser Pêşmergehan dike û dibêje: “Kalkan bi tu awayî di bêje Pêşmerge li Metînayê çi dike, axir Pêşmerge xwediyên şerîyên vê xakê ne, loma Kalkan bi tu away vî mafî bi xwe dide ku ji pêşmergehan dixwaze xaka xwe ya resen çûl bikin”.

PDKe dibêje: “PKKe şerî nake û li wan ciyên ku ew lê ne, di revê de ye û tenê Pêşmergehan şehîd dike”.

Siloganên êkispayer gelê Kurd naxpînin

Li demekê nêz gencên ku we bi navê Kurdistanê xapandine wê rû bi rûy hewe bibin

Li dawîya daxuyanîya PDKê ev yêk hatîye gotin:

Tevî ku hemû axaftinên Duran Kalkan, çewaşekarî û îdîayên bi mebestin, waq’iekê pir tehle ku rêveberên PKKê li ser dijatîya Başûrê Kurdistanê û hikûmet û dezgehên wê ên şer’î mukrin, ji bo vê yekê jî amadene çewaşekarî û lihevhatinên jêr bi jêr bikin, loma li vir pêwîste dû rastî li ber çav werin girtin:

 Ya yekê:

Gelê Herêma Kurdistanê bi gelemperî bi dirûşmên aydolojî ên êksipayer bûy ên PKKê nayên xapandin, her wiha bi bawerîyek tam dakokiyê li ser stato û destkeft û xaka Başûr dikin.

Ya dûyan: rû bi rûbûna rêveberên PKKê bi wan gencan re yên bi navê Kurd û Kurdistanê li pey wan ketine, lê rêxistin şerê Kurd û Kurdistanîyan pê dike, pir nêzîke.

Pustên heman beş