Duh li Bakur û îro li Rojhilat; dujmin rehmê bi şivanên Kurd jî nake

Duh li Bakur û îro li Rojhilat; dujmin rehmê bi şivanên Kurd jî nake

Yek ji wilatiyên xelkê Merîwan ku li nêzî sînor mijûlî çêrandina sewalên xwe bû, bi gulleyên rasterast yên çekdarên Komara Îslamî ya Îranê ve hat kuştin.

Çavkaniyên medyayî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin ku îro roja pêncişemî 24/6/2021an, hemwilatîyê xelkê gundê Eskolê ji bajarê Merîwanê yê bi navê Mihemed Husênî (Mînûyî)yê temen 23 salî û kurê wî Kemal di dema çêrandina sewalên xwe de rasterast ji aliyê hêzên Îranê ve hatin gullebaran kirin.

Xelkê navçeyê êmaje bi vê yekê kiriye ku hêzên binkeya leşkerî ya Kanî Kewga Merîwanê bêyî ku ti cûre agahdariyekê li wî bikin û di mesafeyeke nêzîk de ew şivanê kurd dane ber gulleyan û ew kuştine.

Li gorî amarên rêxistinên taybet bi mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka sala 2021ê heta niha herî kêm 8 hemwelatiyên sivîl li bajarên cudayên Rojhilatê Kurdistanê bi gulleberdana rasterast ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve hatine kuştin.

Pustên heman beş