Parlamentoya Almanyayê yasayek pesend kir û tê de ala wan rêxistinên ku di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de cîh digrin, qedexe dike û di nav de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hemasa Filistînê jî hene.
Piştî civîneke çend demjimêrî ku têde Parlamentoya Almanyayê çend proje-yasayên hikûmeta Angela Merkel gotûbêj kirin, piştre ew proje-yasa pesend kirin û êdî ew rêxistinên ku di lîsteya Yekîtiya Ewropayê de wek terorîst tên binavkirin nikarin li ti cihekî Almanyayê ala xwe bilind bikin. Eger ev biryar were binpêkirin, binpêker bi 3 sal zîndanî tê cezakirin.
Biryar ji Encûmena Pîran re hatiye şandin û tê pêşbînîkirin ku were pesendkirin. Berî vê yasayê, tenê sembolên PKK, Hemasa Îslamî û rêxistinên ku Yekîtiya Ewropayê wan wek terorîst bi nav dike hatibûn qedexekirin, lê ev yasa rê nade alên wan rêxistinan jî.