Li çend rojên rabûrî di bûyerên şewatê de ku gundên dorbera bajarê mehabadê yê rojhlata kurdistanê ketne, 30 hêktar zeviyên çandiniyê şewitîn.
Li gorî agahiyên destê me, di çend rojên rabûrî de, şewat bi zeviyên çandiniyên ên gundê bi navê Azad ser bi navçeya Mehalî a bajarê Mehabadê li Rojhilata welat ketine, nêzî 30 hêktar zeviyên genim şewitîne, ew bûyer li demekê pêkhatîye berya mehekê cotkarên gund saziyên hikûmeta Îranê ji bûyerên şewatê haydar kirbû.
Hêjay gotinê ye, her sal di werzê havînê de, bi sedan hêktar zeviyên genim, daristan û baxên cotkarên Rojhilata Kurdistanê dibin qurbanî bûyerê şewatê û bi vê sedemê beşeka herî mezin ya siruştê Rojhilat jinavçûye.
Li gorî gotina cotkaran, hinek ji van bûyeran bi enqest ji hêla hêzên rejîma Îranê tên çêkirin.