Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKKê li çiyayê Xêrê bordoman kir û bi sedema êrîşê şewat li çiyayê navbûrî derketîye.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 26/6/2021an, balefirên cengê ên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKKê li çiyayê Xêrê girêday parêzgehîya Dihokê bordoman kir û hejmareke roketa lêxistine.
Dest nîşan kir, êrîş li sat 8:20 ê şevê pêkhatîye û balefiran roket li nuqteyên PKKê li çiyayê Xêrê li hindava geliyê Reza xistine ku dibe aqarê gundê Mêrsîda.
Hêjay gotinê ye, gundê Mêrsîda girêday navçeya Etrîşê ye li devera Mzîrîya û liv û tevgerê PKKê li rojên rabûrî li çiyayê Xêrê zêdebûne.