Deriyê sînorî yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin, biryar hat dayîn ji nû ve bê kirin.
Rêveberiya Xweser çend roj berê deriyê Sêmalka (Pêşabûr) ji çûnûhatina xelkê re girtibû ku ew yek wekî helwesteke siyasî hatibû nirxandin.
Herwiha Rêveberiya Deriyê Sêmalka tijîkirina formekê ji bo serdankerên Rojavayê Kurdistanê wekî hinceta girtinê nîşan dabû ku diyar kiribû, ew formeke dirêj e û ne bi dilê wan e, lê berpirsên derî dibêjin ji bo rêkxistina zêdetir ya kar, wan ew form danîne.
Rêveberê Pêşabûrê Şewket Berbiharî ragihandiye, Me formek çêkir da ku bêtir rê xweş bibe ya hatin û çûna xelkê, me ew form bi wan re tensîq kir daku bikeve kar.
Piştî çend rojên gotûbêjan Rêveberê Giştî yê Dergehên Bakûr Rojhilatê Sûriyê Rodî Mihemed Emîn jî ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku wan li hevkirine û ji 28 vê mehê ve derî vedibe, li gorî sîstema Şemî, Duşem û Çarşemê, xelk wê bikaribin bi şert û mercên berê çûnûhatinê bikin.