Fermandarê îstixbarata Tirkiyê Li Efrînê hat kuştin

Fermandarê îstixbarata Tirkiyê Li Efrînê hat kuştin

Fermandarê îstixbarata leşkirî a Tirkiyê di teqînekê de li herêma Efrînê ya Rojava Kurdistanê hat kuştin.

Hat ragihandin ku di encama teqîna doh 26ê Hezîranê ya li Efrînê çêbûye de, fermandarekî îstîxbarata leşkerî ya Tirkiyê hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyan teqîn doh piştî nîvro bi teqandina otomobîleke bombekirî li gundê Şiwarixe yê navçeya Şeran a Efrînê rû da.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku di encama wê teqînê de, fermandarê îstixbarata leşkerî ya bi ser Tirkiyê ve hatiye kuştin ku navê wî nehatiye diyarkirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) derbarê teqînê de dabû xuyakirin, di encama teqînekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Pustên heman beş