Sipayê Pasdaran yê rejîma Îranê, ciwanekê din yê Kurd li Rojhilata Kurdistanê qetil kir paş ku li sînorê bajarê Serdeştê gulle berdanê.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, sipayê Pasdaran duh roja şemî 26/6/2021an, li sînorê navçeya Dolbî ya bajarê Serdeştê gulle berdan komên kasibkarên Kurd û yêk jê can hat qetil kirin.
Ciwanê ku bi gulleyên pasdaran can daye, bi navê Wahîd Ehmedpûr tê nas kirin, ew ji şêniyên gundê Bîranê yê girêday Serdeştê ye, xwediyê 3 zarokan bû.
Li gorî agahiyên Hengawê, ji werzê bihara îsalê, 60 Kolber bi gulleyên sipayê Pasdaran bûne qurbanî, 12 jê hatine qetil kirin.