Hat hîn bûn ku çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên zêdetir çêdikin û tevî ku xwe bi parêzvanên Xwezaya Kurdistanê û texa kedkar û rêncberan dzanin lê belê li dijî daxwazên wan disekinin û rê nadin hikûmeta başûr hinekê barê wan sivik bike.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, hin ji xwediyên sewalan li sînorê bajarokê Rewandizê daxwaz ji qaymaqamê Rewandiz kirine rêya çûn û hatina wan pakij bike, lê belê çekdarên PKKê asteng ji boy vê yekê dirust kirîne.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kirin, li roja 13/6/2021an, li ser daxwaza xwediyên sewalan ji boy pakijkirina rêya çûn û hatina wan, qaymaqamê rewandizê amûrên pêwîst ji boy rêya di nêvbera Zînî Gerewan û Sawsîwkan şandine daku rê were pakijkirin, lê belê çekdarên PKKê rê nedaye tîmên qaymaqamiyê bi karê xwe rabin û rêya xelkê pakij bikin.
Çekdarên PKKê gef li ajovanên qaymaqamiyê xwarine ku ger li wir kar bikin ewê gulleyan berdin wan û wan bikujin.