Hikûmeta Îranê nehîşt jin beşdarî merasîma bibîranîna kîmyabaranê bibin

Hikûmeta Îranê nehîşt jin beşdarî merasîma bibîranîna kîmyabaranê bibin

Îro, 28 Hezîranê û 34 saliya kîmyabarana bajarê Serdeştyê rojhilatê Kurdistanêye.

Bi vê helkeftê, li mizgefta mezin ya Serdeştê merasîmek hat lidarxistin. Lê hêzên ewlehiyê bi fermana qaymeqamê Serdeştê Eqsa Nexşîpûr, rê neda jin derbasî nav mizgeftê bibin û beşdarî merasîmê bibin.

Firokeyên rejîma Iraqê roja yekşemî 28 Hezîrana sala 1987 bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kîmyabaran kir. Di wê êrîşê de herî kêm 111 kes şehîd bûn û nêzîkî 8 hezar kes jî brîndar bûn ku heya niha hejmareke herî zor ji birîndaran ji ber êş û azarên birînên xwe dinalin.

Pustên heman beş