Li Rojavayê Kurdistanê yek ji şirketên ser bi HSD ê ve ku piraniya karmendên wê xizim û kesên nêzî hevserokê PYDê Enwer Muslim in, petrolê ji Rejêma Esed re dişîne.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir, şirketa bi navê Zagros ku ser bi hêzên Sûriya demokratîk “HSDê”ye, ji meha 4 a sala 2021an, embareka tayîbet bi embarkirina petrolê li Rimêlanê ya ser bi bajarokê Dêrkê dirust kiriye û petrolê ji vê embarê bi rêya tankeran dişîne bajarê Minbcê ya ser bi Helebê, piştre bi rêya deriyê Um Cilû ya ser bi heman bajarî, derbasî navçeyên di bin kontirola rejêma esed de dike.
Çavkaniyên pêgeha me her weha eşker kir, baregeha sereke ya vê şirketê dikeve bajarê Kobanê, kesekî bi navê heval Hesen ku şêniyê bajarê kobanê ye, vê şirketê birêve dibe û piraniya karmendên vê şirketê ji bajarê Kobanê ne.
Ev şirket ji aliyê îdarî ve ji hêla Enwer Muslim, hevserokê PYDê ve tê birêvebirin û hejmara herî zêde ya karmendên vê şirketê xizim û kesên nêzî Enwer Muslim in, ev yek jî bûye sedema bertekan ji hêla gelê rojava ve.
Gelê Rojava ji aliyekê ji ber şandina petrolê ji bo î rejêma Sûriyê acizin, ji aliyekê din ve, ji vê yekê aciz û nerazîne ku piraniya karmendan kesên nêzî berpirsên PYDê ne.