Li navçeyên çiyayî yên Duhokê PKK rêgiriyê li tîmên berevaniya şaristanî dike

Li navçeyên çiyayî yên Duhokê PKK rêgiriyê li tîmên berevaniya şaristanî dike

Îro berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya parêzgeha Duhokê di civîneke çapemeniyê de amarên bûyerên şeş mehên borî ragehand û aşkera kir li navçeyên çiyayî PKK rêgiriyê li tîmên agirkuj dike.

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya bajarê Duhokê Bêwar Ebdulezîz aşkera kir: ‘’Di heyama 6 mehên borî de 553 bûyerên cuda cuda li sînorê parêzgeha Duhokê pêkhatine, ku 110 bûyer şewata daristanan, jînge û pûş û giya bûne. 8 bûyerên şewata nav kampan de pêkhatine û 3 ji wan jî di kampên koçberan de pêkhatine, bi giştî 617 çadirên koçberan şewitîne. Derveyî ziyaneke mezin ê darayî geheştiya koçberan, herwaha pareyekî zêde jî şewitiye.’’

Bêwar Ebdulezîz herwaha got: ‘’Di hemû bûyerên şewatê yên şeş mehên borî de li Duhokê 7 milyar û 110 milyon ziyan geheştiye hemwelatiyan û cîhên wan. Herwaha du hemwelatî jî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne. Herwaha 8 hemwelatî xeniqîne û du kes ji aliyê xelkê ve hatine rizgar kirin û 37 hemwelatiyên din jî ji aliyê tîmên me ve ji bûyeran hatine rizgar kirin ku 21 kes di avên çem û rûbaran hatine rizgar kirin.’’

Berdevkê rêveberiya berevaniya şaristaniya bajarê Duhokê Bêwar Ebdulezîz got: ‘’Di vê heyamê de ji aliyê tîmên berevaniya şaristanî ve 8 guleyên hewanê û guleyên top hatine pûç kirin û heman demê de tîma balefirvaniya Duhokê jî ku li gel me hewkarin karîne 10 hezar donim pûş û giyayê şewitîbû vemirînin. Herwaha her di wan şeş mehane de 30 hezar donim erd û pûş û giya li sînorê Duhokê şewitiye.’’

Herwaha got: ‘’Di wan demane de ji ber hebûna binkeyên PKKê, balefirên şer ên Tirkiyê bombebarana navçeyên sînorî dikin, dema tîmên berevaniya şaristaniyê ji bo kontrol kirina agir berê xwe didin navçeyê, çekdarên PKKê rêgiriyê li karê tîmên me dikin, ji ber wê jî em naçar dimînin tîmên xwe ji wan navçeyan vekêşin.’’

Pustên heman beş