Dewleta Tirkiyê îro eşkere kir, wan 3 Gerîla li devera Hekariyê kirine armanc, HPGê jî go: me 5 esker li Metînayê ceza kirine.
Artêşa Tirkiyê û HPGê, her li navbera çend rojan amara zirarên canî yên hev parve dikin, lê belê herdû alî rast nabêjn û van agahîyan weke şerekî derûnî li dijî hev parve dikin û tenê dixwazin raya giştî li ser çêbikin.
Îro wezareta parastina netewî a Tirkiyê belav kirîye: di operasînekê de ku li Şemzînana devera Hekariyê pêkhatîye, 3 Gerîla hatine armanc girtin.
HPGê jî duh roja dûşemî eşkere kir, Gerîlayên wan 5 esker li çyayê Metînî ê Başûrê welat ceza kirine, HPGe îdyema cezakirinê bi kar tîne û zelal nake kanê ev esker hatine kuştin yan birîndar kirin.
Li gorî mediya PKKê, roj naçe nûçeyên ceza kirina eskerên Tirk neyên parvekirin, bi awayekî heger ev yêk rast be, pêwîste kêfa her Kurdekî were, ji ber ku niha Tirkye bê esker mabaye!!.