Rejîma Îranê Kurdekê din bi îdîaya bazirganîya madeya hişberê darvekir, ev ceza îro serê sibehê li zîndana navendî a Mehabadê hatîye cî bi cî kirin.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan ya Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 30/6/2021an, li zîndana navendî a Mehabadê, cezayê darvekirinê li ser hemwilatiyê Kurd Mihemed Tahir Suleymanî cî bi cî kir.
Dest nîşan kir, Mihemed Tahir ku temena wî 65 salî ye, îro serê sibehê bi îdîaya bazirganîya madeya hişberê hat darvekirin.
Hêja gotinê ye, ji serê sala Kurdî ve, ango li 100 rojên rabûrî, rejîma Îranê 8 hemwilatiyên Kurd darvekirine.