Mîtê dû berpirsên PKKê li Silêmaniyê kuştin

Mîtê dû berpirsên pekekê li slêmanyê kuştin

Li Silêmaniyê di operasyona teşkîlata Îstixbarata Tirkiyê de, her yêk ji “Mahiye Açîk û Rûha Raciya” ên berpirsên rêxistina PKKê hatin kuştin.

Îro roja çarşemî 30/6/2021an, îsixbarata Tirkiyê ragihand ku doperasyonekê de, teşkîlatên wan dû berpirsên PKKê bi navê Mahiye Açîk û Rûhxa Raciya li Silêmaniyê kuştine.

Mahiye Açîk bi kod navê Ada Îmralî li 2014ê tevlî PKKê bûye û herwiha Rûha Raciya bi kod navê Ekîn Rojavali 2015an tevlî rêxistnê bûye, li Silêmaniyê bi destê Mîtê hatine kuştin.

Rêxistina PKKê duh roja sêşemî agahî li derbara ji destdana van berpirsên xwe dane, herwiha PJAKê dû rojan berê gotibû ku ew hatine kuştin.

Hêjay gotinê ye, di dema dû salên rabûrî de, pêtirî 6 berpirsên mezin yên PKKê li Silêmaniyê bi destê Mîta Tirk hatine qetil kirin, bi awayekî êdî ev parêzgeh bûye cîhê tasfiye kirina kadiro û berpirsên rêxistinê.

Pustên heman beş