Xurtekî rojava li jêr îşkenceyên PYDê de şehîd ket

Xurtekî rojavayê kurdistanê bi navê Emîn Îsa ku endamê PDK-S bû li jêr îşkenceyan û di zîndanên leşkirî yên PYDê de hat şehîdkirin.
Saziyên medyayî li Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin, piştî ku Emîn Îsa li 22 Gulana rabûrî de ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hatbû xwastin û binçavkirin û ji bo girtîgeha serdozgeriya leşkerîya ser bi PYDê ve hatbû veguhastin, di girtîgehên PYDê de rastî eşkenceyên hovane hat û di bin eşkenceyê de hat şehîdkirin.
Di vê derbarê de Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) şehîdkirina endamê xwe di girtîgehên PYDê de bi tundî şermezar kir û ragihand, “pêkanîna vê tawana kirêt di vê demê de ku hewildanên navdewletî û Amerîkî ji bo dubare destpêkirina danûstandinên yekrêziya helwesta kurdî de heye, peyameke nerênî û xirap e ji aliyê rêveberiya xwesera ser bi PYDê ve.”

Di daxuyaniya Komîta Navendîya PDK-Sê de hat: “piştî pişkinîna bedena wî (Emîn Îsa) û li gor raporta bijîşkî, şopên îşkenceya hovane û şikestinê li hemû bedenê wî hene, bi amûrên gran li çok û stuyê wî hatiye xistin û pişt seriyê wî û pişta wî bi zeyta germ hatiye şewtandin.”
Di daxuyaniyê de hat jî: “em wek komîta navendîya PDK-Sê di dema ku em vî karê hovane bi tundî şermezar dikin, daxwazê ji aliyê Amerîkî wek serperişkar û gerentîkarê danûstandinên yekrêziya kurdî dikin ku bi erkê xwe rabe û van kiryar û tawanan rawestîne. Herwiha daxwazê ji rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan dikin destwerdanê û lêkolînê di vê tawana kriêt de bikin û tawanbar û kujerên ev tawan kirine diyar bikin û bidin dadgeheke aşkere û bi çavdêriya navdewletî.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat jî: “ev tawan li dijî belgeyên navdewletî û nirxên mirovatiyê ne û cihê wê em tekez bikin ku raportên sexteyên ji aliyê berpirsên PYDê ve derdikevin, armanc jê ewe ku rastiyên vê tawanê bincil bikin tawanbaran veşêrin.”

Piştî parvekirina wêneyên bedena vî xurtê rojava ku bi awayek wehşiyane û hov hatbû îşkencekirin, rêveberiya xweser û PYDê ragihand ku ev yek dûre ji rastiyê ti îşkence li wî xurtê kurd nehatine kirin û wêneyên hatî parvekirin ne rastin.
Ji aliyê xwe ve malbata şehîd Emîn Îsa ragihand ku ji bo îsbatkirina derewên rêveberiya xweser û PYDê ew amadene cenazeyê kurê xwe ji tirbê bînin der û ji bo her kesekî berçavbikin, daku her kes bizanibe PYDe derewan dike û desthilatek dîktator û sitemkare.
Ev yek di demekî de pêk hat ku pêş niha PYDê weke baskê PKKê li Rojavayê Kurdistanê girtina hin kesên li başûrê kurdistanê ku xwe li bin navê çalakvan û rojnamevanan ve veşartî pirotesto kirbû, herçend ku ev kesane bi biryara dadgehê hatbûn girtin û di zindanê de ti îşkenceyek li wan nehatbû kirin û îtîraf bi vê yekê kirbû ku ji PKKê re sîxurî dikir.