Balafirên Tirkiyê li çiyayê Şingalê otomobîleka çekdarên PKKê bordûman kir

Balafirên Tirkiyê li çiyayê Şingalê otomobîleka çekdarên PKKê bordûman kir

‌Hat ragihandin, îro danê êvarê firokeyên Tirkiyê li çiyayê Şingalê otomobîleka çekdarên PKKê bordûman kirin.

Li gorî agahiyan, serkirdeyekî PKKê bi navê Serhed Şingalê di wê otomobîlê de bûye lê heta niha nayê zanîn hatiye kuştin yan na.

Ev êriş di demekî de ye ku îro roja çarşemî 30/6/2021an, îsixbarata Tirkiyê ragihand ku di operasyonekê de, teşkîlatên wan du berpirsên PKKê bi navê Mahiye Açîk û Rûhxa Raciya li Silêmaniyê kuştine.

Pustên heman beş