Di van du rojên borî de, hejmarek mezin ji serkirdên supayê pasdarên Îranê, bi serokatiya Îsmaîl Qaanî, serkirdeyên Heşda Şebî, û hejmarek siyasetmedarên Îraqî yên dilsozê Îranê, li kampa Eşref li parêzgeha Diyala civiyan e.
Di vê civînê de herweha hin Fermandarên supayê pasdarên Îranê, Karbidestên Ewlekariya Encûmena Bilinda Ewlehiya Neteweyî Ya Îranê, berpirsên blind yên saziya îstixbarata Îranê ya bi navê Îtîlaat, di gel Hadî Amrî û serokên Milîsên Hizb Allah û milîsên Nûceba û milîsên Seyîd al-Şuheda û milîsên Al-Xal beşdar bûne.
Beşdarbûyan wisa daye xuya kirin ku Armanca civînê nîqaşkirina nexşeyên nû yên zextêye, da ku pêşî li hebûna Amerîkî li Îraqê were girtin, lê belê di esas de armanc eve ku pisgirêkên zêdetir ji Hikumeta Herêma kurdistanê re dirust bikin û rewşa herêmê aloztir bikin .
Hat hîn bûn ku di vê civînê de her weha, berpirsên payebilind yên Partiya Karkerên Kurdistanê jî beşdar bûne, ew berpirsên PKKê yên ku di van demên dawî de dest bi xurtkirina têkilîyên xwe bi serokên Heşda Şebî re kiriye.
Li gorî agahiyên pêgeha Darka Mazî, nexşerêya nûya ku di vê civînê de biryar li ser hatiye dayîn, xwe di tundkirina êrîşên balafirên bêpîlot bo ser hêzên Amerîkayê li Îraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê de dibîne.”
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kirine ku rolê her aliyekê hatiye diyar kirin û wê li ayîndeyeke nêz de ev aliye bi Diron an êrîşî Amerîkîyan li Herêma Kurdistanê bikin.
Çavkaniyên pêgeha me her weha piştrast kir ku “êrîş kirine ser bingeha hêzên Amerîkayê li Herîrê ku dikeve sînorê bajarê Hewlêrê beşek ji nexşeya nûye, û çekdarên ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê dê alîkariya milîsên ser bi Îranê bikin da ku bi taybetî vê baregehê armanc bikin û ji holê rakin.”
Li gorî çavkaniyên me, “çekdarên PKK ji hêla aliyên çekdar ve tên piştgirî kirin, û çekdarên PKKê kincên milîsên Heşda Şebî li xwe dikin da ku ji aliyekê xwe li êrîşên Tirkiyê biparêzin û ji aliyek din wusa xweya bikin ku Heşda Şebî bi tenê ye êrîşî Hewlêrê dike û çekdarên PKKê ti rol di vê yekê de tuneye.”