PKKe li ser binçavkirin û leşkerkirina zarokan berdewame

PKKe li ser binçavkirin û leşkerkirina zarokan berdewame

Li tevaya navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê diyardeya biçavkirin û leşkerkirina zarokan ji aliyê ciwanên şoreşger yên bi ser PKKê VE berdewam e , herî dawî jî revandina zarokeke 17 salî li bajarê Kobanê bû .

Jêderek xwecihî ragihand ku pêş çend rojan Yekîneyên Parastina Jinê YPJê zaroka bi navê Yisra Kemal Şerîf Mislim ya temen 17 salî ji taxa Pêşesaziyê li navenda bajarê Kobanê revand , û berev cihekî nediya ve birin , û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e .

Yisra Kemal Şerîf Mislim ji dayikbûya gundê Nasîf yê bi ser bajarê Kobanê sala 2004 ye , û ji pêş çend rojan ve hatiye binçavkirin û ta niha tu zanyariyek li ser çarenivîsa wê nîne.

Tê zanîn ku pêş niha rêveberiya xweser û HSDê li xizîrana sala 2019ê li gel neteweyên yekbûîy li dijî çekdarkirina zarokan peymanek îmza kiribû û piştre jî ofîsa parastina zarokan ji şerê çekdarî li rojavayê Kurdistanê vekiribû ku karê wê şopandina mijara çekdarkirina zarokan û vegerandina wane, lê belê heya niha çekdarkirina zaroka ji aliyê hêzên ser bi PKKê ve berdewame.

Pustên heman beş