Platforma Ciwanên Kurd li dor şehîd kirina Emîn Îsa ku di zîndanên PYDê de bi awayek hovane hatiye îşkencekirin û kuştin daxuyaniyek weşand û di vê daxuyaniyê da ev karê PYDê bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniya Platforma Ciwanên Kurd wihaye:
Li Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî Kurdistanê yê bi navê Emîn Îsa di 22ê Gulanê de ji aliyê Asayişa PYD ve hate binçav kirin, piştra di girtîgehê de mir û piştî 27 rojan radestî malbata wî hate kirin. Malbata wî û PDK-S diyar kirin ku Emin İsa di encama îşkenceyê de hate kuştin.
Dema ku em li wêne û vîdyoyên di medyayê de mêze dikin, Emîn Îsa bi îşkence û bi kiryarek ne mirovitî hatiye qetil kirin. Vê bûyerê zirarê daye diyaloga di navbera ENKS û PYDê de. Destê dewletên kolonyalîst û rêxistinên taşeron ên ku li dijî doza Kurdistanê û danûstandinên yekîtiyê jî xurt kiriye.
Em wek Platforma Ciwanên Kurd, vî sûcê nemirovane qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Em ji hemû saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî yên Kurd dixwazin ku bang li Rêveberiya Xweser a Rojava bikin ku bûyerê ronî bike. Divê ev bûyer bi hemî aliyên xwe ve were vekolîn û berpirsiyar bêne cezakirin. Kes ji ber raya xwe nayê îşkence kirin û darizandin.