PSK: Em kuştina Emîn Îsa şermezar dikin

PSK: Em kuştina Emîn Îsa şermezar dikin

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) derbarê kuştina Emîn Îsa li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn ew kuştina Emîn Îsa şermezar dikin.

Daxuyaniya PSKê wiha ye:

Bi gor ragihandina malbatê û raporê pizişk, xortekê kurd Emîn Îsa, ku endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê–Sûriye (PDK-S) ye, li Kurdistana Rojava dı girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di bin işkence da hatiye kuştin.

Kuştina Emin Îsa berdewamiya siyaseta têda û zordariya a PYD-YPG a derbareyê opozisyonê ye, binpê kirina mafên demokratik e.

Siyaseta hanê xizmeta doza kurd a reva nake, ziyanbexş e.

Emin Îsa di demekê usa da bi şiveyê ne mirovî tê kuştinê, ku bala birûrayê giştî ser vê navçeyê ye û gel benda destpêkirina giftugoyê lihevhatina ENKS û PDNKê ye.

Em bi tundi kuştina Emîn İsa mahkum dikin û daxwaz ji karbidestên Rêveberiya Xweser û berpirsên PYD dikin, ku li ser lêkolina kuştina Emîn micid bin û tawanbaran û encamê lêkolinê bo birûrayê kurd rabigihinin.

Em serxweşiya xwe pêşkeşê malbata Emin Îsa û partiya wî dikin û şirikê xema wan in.

Pustên heman beş