Berîtanyayê şehîdkirina Emîn Îsa şermezar kir

Berîtanyayê şehîdkirina Emîn Îsa şermezar kir

Welatê Berîtanya bi rêya şandeyê taybetiyê xwe, şêweyê kuştina şehîd Emîn Îsa şermezar kir.

Di tiwîtekê da ,şandeyê taybetê Berîtanî ji bo Sûriyê Conasan Hargirîfz, dilnerehetiya xwe ji bo raportên derbarê kuştina Emîn Îsa ku ji aliyê çekarên HSD ê vê hatbû zindankirin nîşan dan .

Herwiha Berîtanya daxwaza lêkolîneke zelal û kamil derbarê çawaniya kuştina wî da kir.

Tê zanîn ku piştî endamê PDK-S, Emîn Îsa li 22 Gulana rabûrî da ji aliyê çekdarên partiya yekîtiya demokratîk ve hatbû xwastin û binçavkirin û ji bo girtîgeha serdozgeriya leşkerîya ser bi PYDê ve hatbû veguhastin, di girtîgehên PYDê da rastî îşkenceyên hovane hat û di bin îşkenceyê da hate şehîdkirin.

Şehîdkirina vî wilatiyê kurd ji aliyê çekdarên PYDê ve karvedanên herî tund yên navxweyî û derve li pey xwe anîn, gelê kurd bi awayên cûda cûda ev karê hovane yê PYDê şermezar kir, ji aliyê xwe ve pêş niha Amerîkayê jî şehîd xistina Emîn Îsa şermezar kirbû û daxwaza lekolînê ji bo diyar kirina rastiyan kirbû.

Pustên heman beş