Yek ji çekdarên YPGê gulle berdan fermandarê giştî yê YPGê li herêma Eyn Îsa û piştî fermandarê xwe brîndar kirî reviya.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, li roja 14/6/2021an, Cemîl Kobanî ê berniyas bi Cemîlê Kor, fermandarê giştî yê YPGê li herêma Eyn Îsayê li parêzgeha Reqayê, seredana bajarokê Minbic yê ser bi parêzgeha Helebê kiriye, li wir yek ji çekdarên YPGê bi navê Hiseyn gulle berdane wî û piştî ku ew brîndar kirî reviya û xwe wenda kir.
Çavkaniyên me her weha eşkere kir, ji ber ku Cemîle Kor, fermandarê giştî yê YPGê li Eyn Îsa, dest danaye ser mal û mulkê gelê navçeyê û pirr zulm û stem li xelkê kirine, her wusa gelê navçeyê pirr êşandine, vî çekdarê YPGê teqe li wî kiriye û ew ji aliyê lingê wî ve brîndar kiriye.
Hat zanîn piştî vê bûyerê û Revîna Hiseyn, hêzên ewlekariya PYDê çûn ser mala Hiseyn û hevjîn, Dayik û bavê wî desteser kirin û ew îşkence kirin.