Bi sedema PKKê bax û bîstanên 16 gundên Kanî Masê şewitîn

pkk-turk-kani mase (1)

Bi sedema şerê çekdariyê PKKê û bordomana artêşa Tirkiyê, aqarê 16 gundên navçeya Kanî Masê girêday Amêdiyê şewitîn.

Serbest Sebrî birêvebrê navçeya Kanî Masê ji kenala Kurdistan24ê re got: Di dû mehên rabûrî de bi sedema şerê PKKê û artêşa Tirkiyê, pêtirî 11 hezar donem bax û bîstan û zeviyên hemwilatiyên navçeyê şewitîne, zirareke herî mezin bi navçeyê ketîye.

Dest nîşa kir, gundên: “Kêste, Êkmalê, Hiêsê, Mêrga, Cî ya, Xirabey, Asihê, Dergela Seyîda, Rîbarkê, Qumiryê, Edinê, Dêşîş, Sererû, Çelka Nesara, Çelka Musulmanan û gundî Hirûrê” rastî zirareke mezin hatine,  aqarê van gundan bi sedema şer şewitîye.

Birêvebrê navçeya Kanî Masê her wiha dibêje: li gorî xemlandina wan ji boy ziraran, bi qasî 6 milyar dînar zirar bi cotkarên navçeyê ketîye.

Her li gorî agahyên ku Kurdistan24 ê parvekirine, di dema dû mehên rabûrî de, 7 gund li sînorî Kanî Masê bi sedema şerê PKKê û Tirkiyê hatine vala kirin û hinek şênî jî birîndar ketine.

Pustên heman beş