Rejîma Îranê dû birayên Kurd darvekirin, yek jê zaroke

Rejîma Îranê dû birayên Kurd darvekirin, yek jê zaroke

Li navçeya Selmasê ya parêzgeha Urmiyê du welatiyên Kurd ên birayên hev, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin ku yek ji wan zarok bû.

Zarokê bi navê Behaeddîn Qasimzade û birayê wî Dawid Qasimzade îro 4ê Tîrmehê li zindana Urmiyê hatin darvekirin.

Temenê Behaeddîn Qasimzadeyê ji bajarê Selmas a Ûrmiyê, di bin 18 salan de bû û ji Kanûna 2019an ve ligel birayekî xwe hatibû girtin. Dema tawana pê tê tohmetbarkirin jî ew 15 salî bûye.

Qasimzade ji ber ku beşdarî şerekî malbatî bûbû û 2 kes di wî şerî de hatibûn kuştin, dadgehê ew wek tawanbarê serekî dabû nîşan dabû û biryara darvekirinê ji bo wî dabû.

Behaeddîn Qasimzade, doh ji bo odeya yek kesî hatibû veguhestin, û îro Yekşemê li gel birayê xwe û kesekî din li zîndana Urmiyê hatin darvekirin.

Rêxistina Navdewletî ya Lêborînê (Amnesty International) daxwaza bicihneanîna wê biryarê kiribû û ji karbidestên Îranê gotibû, darvekirina kesên di temenê zaroktiyê de tawanan encam didin, binpêkirina eşkere ya mafê mirovan e.

Amnesty International daye xuyakirin ku darvekirina zarokên tawanbar li dijî pabendiyên Îranê yên bi peymana mafê zarokane ku Tehranê ew peymanname îmze kiriye.

Pustên heman beş