Çekdarên bi ser Tirkiyê ve yên opozîsyona Sûriyê ku ligel artêşa tirk herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kesên sivîl revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, koma çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 30yê Hezîrana borî bi ser gundê Behdîna yê li navçeya Raco de girt û bi armanca standina fidyê ji wan, 3 gundî revandin.
Hat diyarkirin ku navê kesên hatine revandin; Osman Xelîl Çerçî, Hesen Husên Xoce û Ehmed Mihemed Hespîro ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji dema dagîrkirina Efrînê ji sala 2018an ve, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, bi hezaran Kurdên Efrînê revandine, çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn û gelek kes jî bi îşkence û rêbazên cuda hatine kuştin.
Li aliyekî din jî guhertina demografiya Efrînê bênavber berdewam dike ku li gorî zanyariyan li herêma Efrînê heta niha li dora 400 hezar kesên ereb û malbatên çekdaran hatine bicihkirin.