Jan Dost: Zulma navxweyî bêhtir civakê û welat wêran dike

Romannivîsê Kurd Jan Dost kuştina Emîn Îsa Elî şermezar kir û nivîsî: “Zulma navxweyî ji ya bînyanîyan bêtir civak û welêt wêran dike.”
Romannivîsê kurd Jan Dost li Twittera xwe nivîsî: “Ez pirr xemgîn dibim gava van wêneyên diltezîn yên ku malbata Emîn Îsa ji min re rêkirine, lê mîna erkekî û protestoya li himber hôvîtiyê divê belav bibin. Zulma navxweyî ji ya bînyanîyan bêtir civak û welêt wêran dike. Bêdeng nemînin.”
Emîn Îsa Elî roja 22ê Gulana borî ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî jî dibêje, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.
