Celewla.. DAIŞ ê 5 şênî qetil kirin

Celewla.. DAIŞê 5 şênî qetil kirin

Rêxistina terorê a DAIŞê li gundekî navçeya Celewlayê êrîşa şêniyên gund kir, 5 jê qetil kirin û dû birîndar kirin.

Paş ku duh êvarê 4 hemwlatiyên gundê Qela ê girêday navçeya Celewlayê bi mebesta karê xwe ê cotkariyê diçin nava zeviyên xwe de, di wan deman de ji hêla terorîstên DAIŞê tên revandin.

Terorîstan dû jê serbest berdan û dû bi dîl girtin

Li şeva derbasbûyî kes û karên revandîyan li nêzî cihê bûyerê li şûpa wan di geryan, lê belê ketin boseyeke DAIŞê û di encamê de pevçûn derket.

Di encama pevçûnê de, 5 hemwlatî ji hêla DAIŞê ve tên qetil kirin, dû jî birîndar ketin, ji nîşkan ve, kesên revandî karî xwe rizgar bikin û reviyan.