Artêşa Tirkiyê îro ragihand, di êrîşekê de ku bi balefirên kopter pêkhatîye, dû çekdarên PKKê hatine hedef kirin, PKKê jî eşkere kir, Gerîlayan 8 dagîrker ceza kirine.
Îro roja dûşemî 5/7/2021an, wezareta parastina netewî a Tirkiyê agahî li derbara êrîşa dawîn a li ser PKKê îlan kir ku li şeva derbasbûyî li nêzî gundê Kêste ê Başûrê Kurdistanê pêkhatîye.
Li gorî agahiyên ku Tirkiyê parvekirine, balefirên kopter ên ceng ew der hedef kirîye û dû çekdarên PKKê hatine kuştin.
Ji hêla xwe ve, rêxistina PKKê duh eşkere kir, li her yêk navçeyên Zapê û Avaşîn, Gerîlayên HPG’ê 8 dagirker ceza kirine.
Li dû şevên derbasbûyî li Zinarê Kêste û li ser rêya gundê Hirûrê, di navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyê de, şer qewimî, ew der bi balefirên kopter hat bordoman kirin.