Milîtanên PYDê deriyê Sêmalka li himber “Bera Aştî û Azadî” qepatkir

Milîtanên PYDê deriyê Sêmalka li himber “Bera Aştî û Azadî” qepatkir

Milîtanên “PYDê”, şaxê rêxistina “PKK” li Sûriyê, nahêlin ku şanda “Bera Aştî û Azadiyê” bi deriyê sînorîyê Sêmalka re here Herêma Kurdistanê.

Biryar bû ku îro roja duşemî, 5ê Tîrmeha 2021ê, şandekê Bera Aştî û Azadiyê bigehe Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê, di vê şandê de endamên desteya serkirdayetî û endamên kordînatorên ofîsa Berê hebûn.

Hêjayî gotinêye ku Bera Aştî û Azadiyê desteyek siyasîya Sûrîye ku ji hevalbendiya çar pêkhateyên opozîsyona Sûrî ku pêk tên ji encûmena Niştîmaniya Kurdî – Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk-Tevgera Sibeya Sûrî û Encûmena Erebî li Cezîre û Frat, ev Bere armanc dike ku tevgera siyasî li Sûriyê di berjewenda gelên Sûriyê de dijîn ji nû ve zindî, berhev û berifreh bike.

Pustên heman beş