Bi Vîdeo: Dijîterora Kurdistanê îtirafên terorîstekî DAIŞê belav kir

Dezgeha Dijîterora Kurdistanê îtirafên terorîstekî DAIŞê belav kir ku dixwast êrişî asayişa Hewlêrê bike û girtiyên DAIŞê rizgar bike.
Dezgeha Dijîterora Kurdistanê qasekî beriya niha çawaniya girtin û îtirafên terorîstekî DAIŞê belav kir.
Li gorî agahiyên Dijîterorê, wî terorîstê DAIŞê ku xelkê Mûsilê ye, dixwast êrişî asayişa Hewlêrê bike û girtiyên DAIŞê rizgar bike lê beriya ku wê pilana xwe bicîh bîne, hat girtin.