Daxuyaniya Sengawî armanca baskekî YNK zelal kir

Daxuyaniya Sengawî armanca baskekî YNK zelal kir

Endamê rêveberiya YNKê dibêje çekdarên PKKê mijûlî karên qaçaxin û bûne sedemê êş û janan. Herwiha dibêje PKK pasdarên Îranê dikuje û behaneyan bo wan çêdike, ku Îran jî wan navçeyên sînorî yên herêma Kurdistanê topbaran dike. Lê belê ev Mehmûd Sengawîye ji vê PKKê ku behaneyan çedike Turk Behdînan bike qada şer, heta niha hîç ne hatîye deng.

Endamê rêveberiya YNKê Mehmûd Sengawî di hevpeyvînê de li gel kenala NRT de ragehand, çekdarên PKKê li sînor bûne sedemê êş û janan û qaçaxçîtiyê dikin û li zalgehan jî narawestin.

Herwiha got: ‘’Li gel wê jî çekdarên PKKê hin caran êrîşî hêzên pasdarên Îranê dikin û behaneyan didin dest Îranê ji bo ku gefa topbarana navçeyên sînorî li herêma Kurdistanê bixwen’’.

Sengawî amaje bi wê yekê jî kir ku ew naxwazin ligel PKKê bikevin şerê birakujî û got: ‘’Me ji PKKê re gotiye ku biçin li cihekî din xebat bikin û daxwaza mafên xwe bikin’’.

Mehmûd Sengawî ku taybet bi qaçaxçîtîya li ser sînorê Îranê tê naskirin van demên dawiyê daîmî daxuyaniya dide û piştgiriya PKK dike. Taybet jî ragihandina PKK van demên dawiyê gelek caran dadixist ser medyayên xwe. Lê belê dema ku PKK kiryarên biçûk li cîhe ku berjewendiyên wan heyî dike nerazîbûnê nîşan didin. Yanî PKK Metîna, Heftenîn, Zap û Avaşîn kiriye meydana şer, her roj gund vala dibin ev ber çavên Sengawî ne tişteke lê belê topek tê li cihê wan dikeve ev tiştek mezine ber çavê wen.

Esasen axaftina Sengawî vê rastiyê nîşan dide ku armanca baskekî YNK çiye. Serî de Lahor Cengî û hinek kesên din dixwazin PKKê wek amûrekî şantaj û tehdîdê li ser Hikûmeta Herêma kurdistanê bikar bînin. Dema PKK li gor berjewendîya wan tevbigere heger her roj 5 pêşmergeyan jî şehîd bike ji boy wan ne xame. Lê belê heger dijî Îranê tiştek çêbe YNKe, PKKê xayîn îlan dike.

Pustên heman beş