Rêxistina PKKê biryar girtîye ku şerekî dijwar li dijî Yekêtîya Niştîmanîya Kurdistanê bide meşandin, ev yêk di civîna dawîn a rêvebirîya PKKê de hatîye nîqaş kirin, nexşeya şer û telîmat hatine dest nîşan kirin û biryar hatîye girtin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li roj 27/6/2021an, rêvebirên PKKê Cemîl Bayîk, Duran Kalkan û Mistefa Karasû li Qendîlê civiyane, di wê civînê de, nirxandin ji boy rojevê pîlanên rêxistinê ên hundirê Başûrê Kurdistanê hat kirin, pêwendiyên PKKê û YNKê tewera sereke a civînê bû.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên teybet ên pêgeha me hatine, bi fermana raste rast a rêveberên PKKê, YNKe bûye yêk ji hedefên rêxistinê, ji ber ku YNKe bi tevahî neketîye jêr bandora rêxistinê û telîmatên PKKê cî bi cî nake.
PKKê ku biryara şer li dijî YNKê daye, di qûnaxa yekem de, medyaya xwe li dijî rêveberên YNKê, her yêk ji “Lahur Şêx Cengî, Bavêl Talebanî, Qubad Talebanî û Berhem Salih” servîs kirîye, di pêgeha Tevda Press ê de ev yêk bi kiryar dest pê kirîye.
Hêjay gotinê ye, Tevda Press pilatformeke medyayî a girêdayî PKKê ye, kesê ku li wir qirêja PKKê di weşîne bi Mekî Amêdî tê nas kirin ku her çi gotineke neşirîn û qirêj heye dibêje, ew bi awayekî pir bê exlaqî peyama rêvebrên xwe ên Qendîlê dibêje.
Rêxistina PKKê her wiha di civîna xwe de, nirxandin ji boy pêwendiyên li gel YNKê kirîye û biryar girtîye ku pêdaçûnê di wan pêwendiyan de bike, bi kurtasî biryar girtîye guhê rêveberê YNKê Lahur Cengî û baskê Lahur ên di nava YNKê de bikêşe.
Ev ne cara yekemîne ku PKKe şerî li dijî Lahur Cengî û YNKê îlan dike, li dîsambera sala rabûrî 2020an û paş ku Lahur tevlî hewlên bêdengkiruna xwepêşandinên PKKê bûy ên ku ji bo têkdana Başûrê Kurdistanê dest pê kirbûn, PKKê gef lê xwar û di Tevda Press ê de bi awayekî herî qirêj êrîşa Lahur kir.
PKKe her dema Lahur ji xeta wê derbikeve dest bi guh kêşana wî dike, ev yek jî dide diyar kirin ku PKKe ji bo kesê nabe mal, her kes çend xizmetê ji boy PKKê bike, lê her dema ku pêngavek biçûk jî li dijî wê avêt wê bikeve ber êrîşên PKKê, evca çi êrîşa bi çekan be yan jî êrîşa bi serên qelemên tûjkirî, wusa diyar dibe ku ne Lahur cengî PKKe bi temamî naskirîye ne jî PKKê Lahur bi temamî naskirîye.