PKKê dû Gerîlayên din ji dest dan

Çekdarên PKKê îro li çiyayê Metîna ê Başûrê Kurdistanê careke din ketin ber êrîşa balefirên cengê, dû jê hatin kuştin.

Balefirên cengê ên dewleta Tirkiyê îro careke din liv û tevgerên rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê hedef kirin, êrîşek li çiyayê Metîna pêkanî û hereketa Gerîlayên PKKê hedef kir.

Di êrîşê de, dû çekdarên PKKê hatine kuştin.

Wezareta bergiriyê a Tirkiyê hûrgilyên êrîşê li hesaba xwe ya twitter ê parvkirine û têde gotîye ku dû gerîla hatine kuştin, lê belê PKKê tu agahî li derbara êrîşê nedane.

Rêxistina PKKê ji rûjên rabûrî ve, çendîn caran nûçeyên ceza kirina eskerên Tirk parvekirine, dawî car ajansa ANF ê gotbû ku wan 8 esker ceza kirine, bê ku zelal bike ka ev ceza bi wateya kuştinê yan birîndar kirinê tê.

Pustên heman beş