Eniya Aştî û Azadiyê qedexeya derbasbûnê ya Rêveberiya Deriyê Sêmalka yê Sînorî li hember şandeke Eniya Aştî û Azadiyê ji Rojavayê Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê, şermezar dike.
Desteya Serokatiya Eniya Aştî û Azadiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di zincîreya kiryarên ne berpirsiyane û rêznegirtina li nêrînin aliyê din de ji aliyê Rêveberiya Xweser a ser bi PYDê ve, Rêveberiya Deriyê Sêmalka yê Sînorî, roja 5ê Tîrmeha 2021ê rê neda şandeke Desteya Serokatiya Eniya Aştî û Azadiyê derbasî Herêma Kurdistanê bibe”.
Bereyê da zanîn, şandeya wan bi armanca beşdarbûna di civîna asayî ya bereyê de ku ji bi derbasbûna salekê li ser damezrandina wê bereyê tê girêdan, berê xwe dabû Herêma Kurdistanê.
Eniya Aştî û Azadiyê destnîşan kir, şanda wê ji nûnerê Teyar El-Xed, Encûmena Erebî li Cizîrê, Rêxistina Asûrî û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêk hatibû.
Bereyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Em di Eniya Aştî û Azadiyê de vî karî şermezar dikin û dibînin ku armanca wê nehîştina jiyana siyasî ye û dikeve bin siyeseta serkutkirin û astengîkirina azadiyan de û li dijî rêzikên karê rêxistinî û siyasî ye”.
Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî li Sûriyê ava bikin de ye. Bere roja 29.7.2020an li Qamişlo hat ragihandin û ji ENKS, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed, Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt pêk tê.