PAK: Êrîşa ser Hewlêrê nikare rê li ber pêşketina Kurdistanê bigre

PAK: Êrîşa ser Hewlêrê nikare rê li ber pêşketina Kurdistanê bigre

Partîya Azadîya Kurdistanê derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de peyamek belav kir.

Di peyama PAKê de wiha hat gotin:

“Şeva 06.07.2021ê di seet:11.30ê de, bi rêya dronan êrişek li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê çê bû.

Hêza Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di encama êrişê de, ziyanên canî û madî çê nebûne.

Eve çend carin hêzên terorî yên li dijî azadî, destkeftin û pêşkevtinên li Başûrê Kurdistanê, bi êrîşên hovane bêtehamûlîyâ xwe li himber gelê Kurdistanê didin der. Ev êrîşên terorî nîşana dilreşîya hêzên dijminên gelê Kurdistanê ye.

Tu şika me jê tuneye , çawa ku qetlîam û jeosîdên wek Enfal, Helebçe û yên din nikarîbûn rê li ber destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê bigire; ev êrîşan terorî jî dê nikaribin rê li ber pêşkeftin, destkeftin , azadî û serxwebûna Kurdistanê bigirin. Gelê Başûrê Kurdistanê bi lêxwedîderketina destkeftîyên xwe, bi hevgirtin û yekitîya neteweyî, niştimanî dê van êrîşên dijminane jî pûç derxîne.

Em êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin û hemû hêzên li pişt vê êrîşê rûreş dikin”.

Pustên heman beş