Serokwezîrê Yûnanê tê Hewlêrê

Serokwezîrê Yûnanê tê Hewlêrê

Serokwezîrê Yûnanê Kîryakos Mîtsotakîs ligel şandeka aborî û siyasî tê Hewlêrê.

Berdevkê yekitiya odeyên bazirganî û pîşesazî li Herêma Kurdistanê, Karwan Sûrçî ji BasNewsê re got, serokwezîrê Yûnanê Kîryakos Mîtsotakîs dê hefteya bê serdana Hewlêrê bike.

Karwan Sûrçî her wiha got, serokwezîrê Yûnanê dê bi xwe re çendîn wezîr û nûnerên 26 şîrketên Yûnanî bîne û beşdarî korbenda aborî li bajarê Hewlêrê bike.

Wî karbidestê hikûmeta Kurdistanê da zanîn, armanca wê korbendê bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yûnanê ye di warê bazirganî de, şîrketên Yûnanî jî dixwazin bên li Herêma Kurdistanê kar bikin.

Bi gotina Sûrçî, ev cara yekemîn e serokwezîrekî Yûnanê bi şandeka wiha mezin serdana Herêma Kurdistanê dike, ev jî nîşan dide ku Yûnan girîngiyê dide Herêma Kurdistanê.