Termên jinekê û mêrekî li navçeya Sinûnê a girêday qeza Şingalê hatine dîtin, ew bi rojekê bera ku bihên kuştin, winda bibûn.
Hat ragihandin ku duh roja çarşemî 7-7-2021an, termên jinekê û mêrekî li nêzî komelgeha Dehola a ser bi navçeya Sinûnê hatine dîtin ku herdû bi çekan hatine kuştin û cihên guleyan li ser laşê wan xweyaye.
Li ser vê mijarê polîsên nahiya Sinûnê ragihandin, heta niha sedema kuştina wan nayê zanîn û ti kesek bi guman an jî bi tohmeta kuştina wan nehatiye desteserkirin.
Herwiha destnîşan kir; îhtimala wê yekê heye ku tawaneke terorîstî be, di demên borî de çendîn tawanên bi vî rengî li wê deverê hatine tomarkirin.
Jina ku hatiye kuştin, navê wê «Sandra Xelîl e», ji xelkê komelgeha Guhbel e û 21 salî ye, navê zilam jî «Dirêd Xalid e», ji xelkê komelgeha Xansor e û 28 salî ye.